EM KÎ NE?

Emmy Lou Parkard'ın 'Sosyalizm' konulu çizimi
Emmy Lou Parkard’ın ‘Sosyalizm’ konulu çizimi

Destpêkeke nû: Kosnig Kolektîf

Şêr, bi nêrînê xwe dikuje… Ji dêvla hêza xwe, bi şaşwaziya ku pêk tîne xwe hildiavêje û di carekê de bi pençeya xwe nêçîra xwe têk dibe… Piştre dev ji nêçîra xwe berdide û lê temaşe dike. Ajela tirsiyayî êdî xwe nabîne; ew êdî di çavên şêr de li xwe dinêre û di çavên şêr de rewşa xwe ya lawaz û bêhêz dibîne… Lê belê ajelek jî heye ku dema rû bi rûyî şêr dibe wekî ku tiştek nebuye tevdigere. Eger şêr hewl bide ku pençeyekê bavêje ew jî bi pençeyan bersiv dide. Neynikên wê/î piçûk in lê gelekî bi jan in û têra xwe xwîn dirijînin. Jê re dibêjin Kosnig. Kosnig nabîne. Çimkî li şûna ku li derve binêre ew di mal de dinêre, li dilê xwe dinêre. Ev yek ji ku derê hatiye bîra wê/î, kes nizane; lê belê dibêjin ji ber ku ev nêrîn nêrîna xwedawendan e, “xwedawend jê aciz bûne û heta hetayê ew bi jiyana li bin axê mehkûm kirine.” [1]

“Kosnig di navbera tûnel û krateran re, bi vekolîna ji binî ber bi rûyê erdê ve, di navbera tarîtiya binê erdê û ronahiya rojê re û di navbera siyaset û mêjûyê re diçe û tê. Cihê xwe dikole. Ew her vedide û dimehîne. Krîza ku tê çaverêkirin amade dike. Kosnig mesîhekî dinyewî ye.” [2]

Kosnig Kolektîf, bi destpêkeke nû, bi gav û bi dengeke nû dest bi kar dike. Li dijî ked û saetên kar ên bêmedî; bi diyarkirina mirovatiya mirovan, bi helwesta ji nûve ji dayîk bûnê û bi du hêmanên bingehîn yên vê mijarê em dest bi kar dikin: Ew jî hizirîneke afirîner û çalakî ne…

Hûn Kosnigê ji nêz ve dinasin. Di şoreşên 1848an de ku Marksî ew silav kiribû, di Bihara Ereban de, di çalakiyên dagirkirinê yên li Ewropa û DYAyê de û beriya demeke kin di çalakiyên Parka Geziyê de ew derket pêşberî me hemûyan.

Ev roj em li ser jiyana xwe kûr dibin da ku ji cîhana di nav aqilê sermiyan, dewlet û netewê de hatiye asêkirin em jiyaneke zindî derbixin holê û dîsa ev roj ew roj in ku em xwe û dinyayê ji nû ve keşf dikin. (Ew roj?) Ka kî dikare bibêje ku Kosnig wenda bûye? Lê belê tê xwestin ku ew rastî û derfetên ku di wan rojan de derketine holê bi amûrên dewlet, şer û îdeolojiyan ve werin rapeçkirin û fetisandin.

Bo ku em li dijî vê rapeçkirin û fetisandinê rawestin, divê em di gel rasteqîniyên xwe yên hevpar werin ba hev. Digel gelek berxwedanên cîgayî, ev demeke dirêje ku li dijî kapîtalîzmê em ji şiveriyekê serhildanê ya ku heqîqeta xwe di asta gerdûnî de bi awayeke berdewam afirandiye bêpar in. Li hemû cîhanê û li vê erdnigariyê, ji bo dilsoziya dema serhildanên bêhempa ku dê rewşa/hîsa şikestinê a van tevgerên şoreşger ji holê rake, em hewl didin ku wek bizot û bi sebir –lê di heman demê de jî bi awayekî bê sebir- li dû derfetên dinyayeke din biçin.

Kapîtalîzm hemû hêz û erkên sirûştê, mirovê, û jiyanê tev li binesaziya xwe ya wêranker dike û hemû zîndeweran bi awayekî bêveger ber bi mirinê ve kaş dike. Ji ber vê, em di wê baweriyê de ne ku çepîna bi qasî mîlîmekê ji lûleya vê mekîneya şer dê mirovê û sirûştê azad bike. Daherizîna ji bin îradeya vê mirina giran di heman demê de vegera bo mirovahî û sirûştê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin werin em binê serweriya kapîtalîzmê ya ku rûyê erdê, çiya û geliyan bi pirr û otobanan ve xera dike biqewêrin û li dijî van lodên betonan em jîngehên jirêderketî ava bikin da ku em bikaribin bi awayekî aram tê de nefesê bistînin.

Kosnig Kolektîf dê çi bike?

Em difikirin ku li dijî rejîmên makro-siyasî û şeran yên ku dixwazin me dîl bigirin, divê “hişmendiyeke ji bo krîzan” her li dar be. Ji ezmûnên nifşên berê divê em ders bigirin û herwiha divê em ji niha ve bi avakirina prototîpa dinyaya ku di xeyalên me de ye mijûl bibin. Ji ber vê yekê em li rê û rêbazên damezrandina kooperatîfan yên guncanî civakeke yeksanîxwez ku rê nade sermiyanê ku parvekirina kedê diyar bike digerin. Em di wê baweriyê de ne ku bi veqetîna ji sermiyana taybet û neyeksaniyên dêwasa ku ew diafirîne, ji cudatiya keda bîrayî û keda destan, ji dewletê û ji cudatiya netewî, nijadî, zayendî û bawerî ku hemû di kapîtalîzmê de veşartî ne, serkeftina vê lêgerinê dê guncan bibe.

Li dijî vê dema ku her tişt bi îmajan tê nirxandin û nezanîn wekî fezîletekê tê pejirandin; em dixwazin xeyalên xwe ber bi sînorên bêdawî ve pal bidin û bo têgehiştina rewşa ku em niha tê de ne zemînekî fikir û lêpirsînan damezrînin. Herwiha bi kooperatîfên weşanxaneyan û dîsa bi werger û nîqaşan, em dixwazin hizir û pratîkên li deverên din ên erdgilorê bi awayekî asantir veguhêzin axa xwe.

Ji bo alîkariya hilberîna kirdeya/ê şoreşger ku dê di gel giyanê serdemê bimeşe, bi ezmûnên ji gavên dîroka serhildanan “ku bi meşa ber bi cîhanê bi nav û deng in” dawerandî, em li rêyên hevkarîbûneke digerin ku em hemû bi hev re xurt bibin, xweş bibin û rabin ser piyan.

Ji kanên Somayê heta Roboskî û Cizîrê; heta zindanên ku ji aliyê derewên pergala dadî ya burjiwa ku tenê diz û kujeran diparêze hatine tijîkirin; heta zarokên ku di şevîmanan de bi destdirêjî û şewatan re rû bi rû hatine hiştin; û  heta jinên ku ji aliyê hişmendiya mêran ve rastî qetlîaman tên yan jî di malan de tên hepskirin…

Li dijî marastin û valakirina jiyanê ji her alî ve bi heman agahî û teknîkên qirêj, em dizanin ji bilî mil bi mil dayîna hev, tu derfetên rizgariya me ji vê yekê nîn e. Em dizanin! Hem paldana dahatûya me ber bi derfetên bêdawî ve ku bi ezmûn, deyn û bi krêdiyan hatiye hîpotekkirin û hem jî azadkirina rabirduyê ku bi têkbirina dîroka hevpar û bîreweriyên mekanan tê xwestin ku were ji bîrkirin, girêdayî vê derfetê raperînê ye.

Kosniga/ê me ku em jê hêvîdar in bo derfeta rizgariyê dê pirsên wêrekane bike û bi vîneke damezrîner bimeşe, destpêkeke nû û naşî ye.  Digel tirs û bêrûmetkirinê, ev, ceribandina pratîka azadiyeke nû ye û ev jî ji bilî tecrûbeya li ser zemîneke rageş a di navbera ya heyî û ya pêkan de ne tiştekî din e. Bi naşîtî, bi kelecanê ji nû ve destpêkirinê û bi îhtimala fikara serneketinê em bo hevkariyê gazî hemû Kosnigên bêsebir û bisebir dikin.

“Lê belê naşîtî. Efendiyê me naşîtî. Hûn ê kevirekî hilbigirin. Dest bi teşedayînê bikin. Gava ku teşeya wê xwe diyar kir hûnê bavêjin. Kevirekî din, û yekî din jî… Herî dawî hûnê qorçeke ji wan kevirên teşeya wan serobero li dû xwe bihêlin. Belkî hin kesên din jê hez bikin û teşeya wan duristbikin. Lê belê çi gava ku hûn dest bavêjin kevirekî nû, hêz, evîn û tirsa we dê wekî gava pêşî germ û bi kelecan be. Hûn ê her bi zewqa fikara biserneketinê bixebitin.” [3]

*******

[1] Subcomandante Marcos

[2] Daniel Bensaid

[3] Turgut Uyar, Efendimiz Acemilik (Efendiyê Me Naşîtî)

Mobile Sliding Menu